Abdula Pashew

Lewetî Hem

By: Abdula Pashew
Dialect: Sorani
439
Lewetî hem xew debînim
Xewnî mexmerî xasereng
Xewnî bilind wek estêre
Xewnî tîjroy wek tîşkû deng
Lewetî hem xew derwênim
Roj le dway roj, sal le dway sal
Xew derwênim
Kewşen be kewşen, malew mal
Xew derwênim
Hendê caran ke denûsim
Peyvêk lêre, yekêk lewê, yaxî debin
Min pyademû ewan swar
Min bê balû ewan baldar
Herçend dekem nayangemê
Hênde sirkû dûredestin
Ke derazêm
Serim deken be pilûrew şaney şe’ir heldebestin
Car heye, simoreyekî sirkû qîtel
Em çil, ew çil, lêm radeka
Her ke xewm lê dekewê
Be pêy xoy dê
Leser lepim sema deka
Car heye
Cengî estêran, çirnobil, helebcey wêran, demamkekey maykil caksin, le şûşeda mirov çandin, înternêtû kuntêbûnî çînî uzon rawim denên
Demtoqênin
Ke derazêm
Gerdûn beheştî sermore
Estêrekan
Yekem şewe tarîkayî detrûkênin
Yekem werze wekû behê, be pelû poy asmanewe dezrîwênin
Ke bêdarim debînim
Çend tinoke awêkî zendeqçûy ber hetawîn
Ke derazêm debînim
Tîşkî xor dexoynewe
Xureman dê, şetawîn
Lewetî hem xew debînim
Satewextêk azîzekey ewêm
Kîje esmerekey hewlêr
Le firgeda çawerême
Her xoyû baqeyêk kinêr
Pêş ewey maçbaranî kem
Ya tund le amêzî bigirim
Lêm depirsê
Çon be serçû korî şi’rî dyarbekirim
Satêkî tir lew xeweda
Le mehabad nermeş’ir dexwênmewe
Qamşilû bom le qirimjinî çeple deda
Min her wa bûm
Êstaş her wam
Lewetî hem xew debînim
Lewetî hem xew derwênim
Satewextêk be destêkim
Şwarî kêwî hemrîn degirim
Destekey dîm, şaneyeke
Wirdepêlî golî «wan»y pê dadênim
Satêkî tir
Pêyekim le hewremane
Ewî tirim berew ’efrîn sûk heldênim
Ta destimalî syaçemane
Le gerdinî kêlî bi’alênim
Lewetî hem xew debînim
Lewetî hem xew derwênim
Satêk, lewê
Le postexaney bayezîd
Debînim hezretî xanî
Xermaney nûr
Dewrî dawe
Lêy deçme pêş
Sam demgirê
Serinc dedem
Ewîş wek min şilejawe
Min le şermî gewreyî ew
Ewîş ta be êksipirês kewşû kalek
Bo feqê koyyekey xoy
Rewan bika berew balek
Lewetî hem xew debînim
Lewetî hem xew derwênim
Nîweşewêk le xewmda
Birûske lêy damû mirdim
Hawrêyanim le sêberî darebenêk
Leser tateşorêkî al
Termekeyan dirêj kirdim
Aweçorey dewruberim
Peyta peyta, bû be coge
Paşan be çem
Qazû qurîng
Qetaryan best
Awête bûn
Pirîşkî aw, tîşkû tem
Lew naweda bêşkey dinyay radejnî
Şinebayekî yezdanî
Yasemen xunawkey dekird
Asman pir bû le estêrey reng qezwanî
Ke kifnîşyan kirde berim
Lepir kifnekem xoy helxest
Berz bowe
Rengî gora
Bû be pelkezêrîneyek
Nermû şilk, alû wala
Zorî nebird
Helîkirde kizeba
Bînim pelkezêrîneke
Şekayewe, bû be ala
Lewetî hem xew debînim
Lewetî hem xew derwênim
Xewnî mexmerî xasereng
Xewnî bilind wek estêre
Xewnî tîjrew wek tîşkû deng
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd