Sedan sale
Le wêranemalî xomda kitkekorey goşey mitbeqî sultanim
Sedan sale
Hewşû berey xom walayew leber dergey dizanî xom pasewanim
Sedan sale
Rojêk debim be meyterî walîy bexda
Rojêk le taran kutalim
Rojêk lifkem piştî jinî sultan deşom
Rojêk geskim şam demalim
Sedan sale
Wekû çingêk danewêle
Aşî mêjû firêy dawim
Her çwar dewrim şaroçkeyew mêrûle demyan tê nawim
Sedan sale
Kaseserim minareye kê bê, dengî tya heldebrê
Sedan sale
Nîştimanim nêrgeleye kê bê, be demyewey degrê
Sedan sale
Leber degey tekyey cîhan cûtêk solî pînepînem kê le pêm ka bo ew deşêm
Sedan sale
Dway tilîşê firê dedrêm
Sedan sale
Dway pîneyêk le pê dekirêm
Min piştêkî birîndarim
Le qamçîy xom raperîwim
Min lafawêkî lasarim
Lew kenarane helsawim
Ke tengyan pê helçinîwim
Nanîşmewe, nanûmewe
Bê aramim
Aramî min, çirayek bû
Reşebay dewrim xwênî rişt
Bêbezeyîm
Bezeyî min deryayek bû
Demyan pêwenaw helyanmişit
Nanîşmewe, nanûmewe
Ke min dan bim, kwa derfet?
Ya min ya mêrû
Ke min xwên bim kwa derfet?
Ya min ya zêrû
Qehpen ewaney pêm delên
Danû mêrû biray yekin
Qehpen ewaney pêm delên
Xwênû zêrû biray yekin
Qehpen ewaney pêm delên
Masîw çingal
Mişkû cewal
Destû çizû biray yekin
Qehpen ewaney pêm delên
Petû gerdin
Gwêzanû mû biray yekin
Werin xelke
Le nêçîrû zam bipirsin
Bilên tuxwa
Xencer heye zam tîmar ka?
Rawçî heye nêçîr nexwa?
De xelke, le ka bipirsin
Qet agir
î sardî dîwe?
Le hêlaney mel bipirsin
Benyazî maç, qet mar demî tê jenîwe?
De le dar berû bipirsin
Tewrî dîwe darbir nebê?
De le kerêkîş bipirsin
Gurgî dîwe kerdir nebê?
Qehpen ewaney pêm delên
Marî şîrîn jarîş heye
Qehpen ewaney pêm delên
Tewrî biray darîş heye
Min piştêkî birîndarim
Le qamçîy xom raperîwim
Min lafawêkî lasarim
Lew kenarane helsawim
Ke tengyan pê helçinîwim
Nanîşmewe
Nanûmewe
Bê aramim
Aramî min, çirayek bû
Reşebay dewrim xwênî rişt
Bê bezeyîm
Bezeyî min zeryayek bû
Bînyan pêwenaw helyanmişit