Sarhat charnawa

De Lorî Lorî

By: Sarhat charnawa
Dialect: Kurmanji
223
De lorî lorî berxê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Gernas û mêrxas divê tu negrî
Milet ku sax bî nema tu dimrî
De lorî lorî kurê min lorî
De lorî lorî berxê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî

Bi xwîn nivîsîn li ser zinara
Li vir nemaye cîhê neyara
De lorî lorî kurê min lorî
De lorî lorî berxê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî

şêr û piling in, hawîr dibazin
Doza me Kurda serbest dixwazin
De lorî lorî kurê min lorî
De lorî lorî berxê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî