Ahmad Bazgir

Zulfa

By: Ahmad Bazgir
Dialect: Sorani
479
Katêk pencey reşî tawan leserî pîtkey çek tiraza û gila alay balay zulfa
Yekem kes dayk û bawkî bûn dergayan xiste ser pişt û çûne ser cestey nîwegyan!
Dayk le bawik
Bawik le dayk zyatir
Herdû wek yek hebesa bûn
Neyanzanî be kam teqelî hengawe geyştine ew gomî xwêney role cigergoşekeyan aram têyda oqrey girtibû
Le birînekanî zulfawe wek pilûskî kanîye ber malan xwên heldeçû
Belam hêşta reşênkî çawe geşekey detrûskan
Le çawî dayk û bawkida firmêskekan qetîs mabûn
Pencey dayk be hastem çû çepke biskî alozkawî qijî zulfay leser rûmetî wela da
Deste zûrekanî bawik xizane ser gonay zerdî û lepranêk le qulpey giryanyan da
Be dem şîwenî germewe çawyan birye çawekanî û dabridabir le bangyan da:
«kîje cwanekeman zulfa!
Kê way lê kirdî? bilê kê?»
Lêwe tenkekanî zulfa gul henarî tawêk lemewber nemabûn
Detgut pelkî gezîzen û bexoretaw req helatûn
Le naw sozî şîwenewe dîsan pirsyar:
«azîze neşmîlaneke zulfa!
Kê way lê kirdî? bilê kê?»
Herçî kirdî deng le gerûyda hebesa
Belam zulfa
Be serincî
Be rwanînî nîgay dedwê:
«babe! babe! ho babegyan!
Mepirse lêm ke welamî em pirsyare kwa be nîga dedrêtewe!
Ho babegyan! leser yadî le heretî girugalma ke be gulîngey desrazey bêşke jîr debûm
Ke le pişîle bor detoram
Aşt debûmewe
Zwîr debûm
Leser yadî ho babegyan
Leser yadî êwareyêk
Çon geneşînkey çawtopîw deçête gwêy berxolewe
Çon dalaşî fêrekelak qirj debê le baroke
Çon gurg û çeqel û rêwî xo melas deden bo nêçîr
Ho babegyan!
Ew serdeme em kîjole birîndaret
Berxole bû
Baroke bû
Nêçîrêkî bestezman bû
Ger melay dal
Geneşînke
Melay çeqel
Hate malman û be şûy dam
Erê daye
Ho dayegyan!
Ew kate bo?
Werxtê wirtewrtî mela korpey le baweş derfandî
Rat nekirde mendîlekey
Bîkeyte dawelî şirî meltarênî naw dêberman!»
Her hêndey sîgarkêşanêk le gişt malîkî nêw dêwe jin û pyaw û kiç û kuranî awayî
Le xelfî şûşî xwênawî ew azare ko bûnewe
Minale qaç tozawîyekan carubare nîgay wêlyan leser firmêsk û henîskî daykekan û destexuşkekanî zulfa denîştewe
Carubareş le kelênêkî teskewe gelê pirsyarî bêdnigyan têkel ew şîngaye dekird
Le naw girmey şîwenewe
Dîsan pirsyar, pirsyar, pirsyar:
«kîje cwanekeman zulfa
Kê way lê kirdî? bilê kê?»
Qurgî zulfa nîxey lê dê
Belam zulfa be serincî
Be rwanînî nîgay dedwê:
«babe! babe! ho babegyan!
Leser yadî hemû salêk
Le dêberekey ber malman cêgay şeqliman xoş dekird?
Bew nîşaney ke pêt degutim eger emsal tûtnekeman baş renêw bê
Bercêjnane kirasî şermînit bo dekirim
Erê le bîrte babegyan
Çend bêzar bûy le gyakele û le karûş û herçî bijare!
Çunke bijar bêstanekey sîs dekirdîn
Çun gyakele debuwe mêmil le tûtin û neydehêşt berzebala bê
Erê le bîrte babegyan karûş le kwê ba detbînî
Bijar le kwê ba dejaka
ئەێ bo babe?
Ho babegyan!
Nek her be sê mangî hawîn
Sal dwazdey mang
Hemû salê bem rojgare
Em kîjolet
Le des bijar
Le des mile
Balay nedekird
Sîs debû
To netdedî
Le korî destexuşkanda
Em bijareman naw lê nabû
«derdî jinbûn!»
Belî babe! ho babegyan!
Derdî jinbûn! hemû rojê le malewe
Le nêw dêda wek bar denîşte ser lêwim
Debû be tem le çawimda û zerdî dekird gonay sêwim
Her carey destexuşkêkim be nabedlî be şû dirabê
Le rojî be bûk çûnîda
Lew dîwî taray sûrewe
Awingî esrînim dîwe
Ew esrîne
Wekû xencer
Hestî derûnmî rûşanduwe û em kîjolet
Dîsan dilî dekulayewe!
Her carêkî lelay kiçanî çyawe -ew kiçaney kolwaneyan tûr heldawe û be rext û çek razawetewe balayan- namey ewînim bo hatbê jyametewe
Belam katê nemdetwanî bîxwênmewe
Carêkî tir derdî jinbûn wek birînêkî xwêkirdû zarî êşî dekirayewe!»
Dîsan pirsyar, pirsyar, pirsyar!:
«xunçe perperekekim zulfa!
Kê way lê kirdî? bilê kê?»
Emcareyan nîgay zulfa wek fanosî dûkelgirtû
Wekû delqî toz lê nîştû
Wek kwanuwe pişkoy damirdû
Be astem detrûskayewe
Belam hêstaş her be serinc
Be rwanînî nîgay dedwê:
«ey polî destexuşkanim
Ey ewaney êş û janî dilî encin encinbûman be gwêçkey yektir aşnaye
Em xuşketan le wilatêk buwe qurbanî
Ke xoşewîstî tawane!
Belam wa êsta zulfatan
Be tawanî xoşnewîstin cêtan dêlê!
Binûsnewe
Bo kiçanî şax binûsin
Ew tawanbarey zulfay kuşt
Beser pirdêkda perîyewe
Çêwbestekey le derdî jinbûn tenra bû
Lêyan pirsin
Ew pirde ta key narûxê?
Ta key ew pirde narûxê?
Zulfa îtir
Dwa serincî be şwên hîç kesa nagerê
Belam em dwanîgayeşî
Bêdeng nîye û herwa dedwê:
«deng debîsim
Dengî karwan
Dengî qafley xoşewîstî
Sa ey polî destexuşkan
Mijde lêtan
Kawil dekirên ew dilaney dinya leber wan kawle!»
Honrawe: ehmed bazgir