Xwaye weten awa key
Çend dilgîr û şîrîne
Deştî xoş û rengîne
Awî kewsere, xakî gewhere
Pir le gul û nesrîne
Seyrangay beharanî
Sewzegiyay nerim û ciwanî
Sed dil debê heyranî
Awî kewsere, xakî gewhere
Pir le gul û nesrîne
Şaxî befrîn û berze
Bo rabirdûman remze
Çîmenî ciwan û sewze
Awî kewsere, xakî gewhere
Pir le gul û nesrîne
Em şwêne şwênî kurde
Cêy qareman û merde
Laney şêrî neberde
Awî kewsere, xakî gewhere
Pir le gul û nesrîne
Weten çawî lêmane
Derî keyn le tengane
Heyfe bête wêrane
Awî kewsere, xakî gewhere
Pir le gul û nesrîne
Xwaye weten awa key
Çend dilgîr û şîrîne
Deştî xoş û rengîne
Awî kewsere, xakî gewhere
Pir le gul û nesrîne