Behare, katî kare, xoşewîstim bo çî bêm bo şar
Eger min bême şarî, kê we esto bigrê karubar?
Emin kirmancim û kirmanc ke hat feslî behar wek har
Debê bixulêtewe kêw û telan û benden û nîsar
Heta peyda bika nan û neba bo xelkî şar hawar
Lewey dwawe debê qolî heta anîşkî helmalê
Hemû rojê heta êwarê biçte cût û comalê
Ke bûlêlî şewê peyda bû enca bêtewe malê
Bebê wey kes hebê bîşêlê, yaxo piştî damalê
Ke nanî xward û lêy nûst ta beyan nabê le xew bêdar
Hemûyan tundutol û gurcugol û çust û çalakin
Hemûyan bê firufêl û bekar û sade û pakin
Le ladêda xirab zor kem debînî nêr û mê çakin
Ne alûde be’elkol û ne fêrî beng û tiryakin
Debê bê dersî exlaq lêre bixiwênê kurîjgey şar
Be tal û tifit û sard û germ û naxoşî jyan radên
Be gij tîn û bilêse û befir û baran û hewrda dên
Penîr û ron û mast û şîr û hêlket bo le dêra dên
Xurî, mazû, ketîre, dexil û tûtin berhemî ladên
Nimek xurdey desî werzêre şêx û hakim û serdar
Dekêşin zehmet û naxon wekû wan nanî xorayî
Deken kar û derêjin areq û najîn berîswayî
Le seryanda nîye poz û îfade û fîzî axayî
Le sayey zehmet û renc û le sayey kar û azayî
Beserberzî dejîn bo komel û gel nabne serbar
Ewan wek êwe naken poker û pasor û as û nerd
Yekêk sergermî şêwe êstekane, yek xerîkî werd
Ewey tiryan xerîke heldewêjêrê le kêlgey berd
Yekêk malû deka yek dadeçênê taze şînawerd
Ewey tir heldepertêwê lik û popî çilûkî dar
Debînî yek ewe meşxûlî helgêranewey bane
Ewey tir dademezrênê pilûsk û çote gwêswane
Yekêk kutkî ledes daye, yekêk bêlî leser şane
Yekêk deşkênê berd û yek xerîkî şûreheldane
Belê nabînî kakî xom le ladêda kesê bêkar
Kiçêk pêyetî dû goze belence deçte ser awê
Kiçêkî tir şekoy helgirtuwe derwate parawê
Jinêk çend maşerî pêye, deyanhênête ber tawê
Jinêkî tir bedestarî deharê genmî bodrawê
Berew mal bûnewe polêk û polêk deçnewe bo bijar
’ezîzim to were êre ke çaw le cwanî nabê têr
Bibîne xaw û gyabend û helale û swêsin û şillêr
Lelayek zawemak derwa, lelayekî deken hawêr
Lelayek baskî helmalîwe bêrî mer dirawe bêr
Debînî dîmenî wa cwan lenaw bazarî pir azar?
Çi xoşe kar û kûrî mer, çi xoşe pirmekey kehlan
Çi xoşe fîtefîtî şwan, çi xoşe uhekey gawan
Çi xoşe xirmekey xirxal û bazin û jêrçeney kaban
Çi xoşe nexmekey bilwêr, çi xoşe lawik û heyran
Çi xoşe dengî balore, çi xoşe howerey cutyar
Were êre û mepirse to edî çarşêw û rûbend kwan?
Were êre û bibîne çawî mest û bejin û balay ciwan
Were êre û bibîne wirde hengawî berew cêjwan
Were êre û bibîne nazî bêrî û desbizêwîy şwan
Biço naw reşbelek biguşe desî doy nask û nazdar
Honrawe: Hêmin