Desmala min şalika şîne
Lawik hatiye min bibîne
Wê desmalê ji te re tînim
Bejn û bala te bibînim
Ha kuro lawo de kuro lawo
De zû were min bibîne
Desmala min şalika zere
Lawik hatiye xwe da bere
De kerem ke were derê keçê canê/dînê
Desmalê wez ê bînim ji te re
Ha kuro lawo de kuro lawo
Rabe bîne de zû were
Desmala min şalika sor e
Çi digerî li derdor e
Desmala zer, şîn û sore
Ew evîne gelek zore
Lawo bîne, kuro bîne
Şalika şîn û sor û zere
De zû were de zû were
Şalika şîn û sor û zere