Changiz Sigarchi

Gulbinî Qeddit

By: Changiz Sigarchi
Dialect: Sorani
303
Gulbenî qeddit le qubbey sîne xunçey kirduwe
Xunçe bem şîrînîye qet neyşeker neykirduwe
Nexlî balat newbere, taze şikofey kirduwe
To ke boy şîrit le dem dê, em memet key kirduwe!
Qametit nexle, be şîrî, fa’îqey pey kirduwe
Nehlî bênêşî memet şehdî sipî qey kirduwe
Nexil û rumman pêkewen, ya baxeban wey kirduwe:
Serwî hênawe le sêb û bey muturbey kirduwe!
Bo memk nalî çi mindalane wey wey kirduwe
Gerçî mûy wek şîre, bew şîre şikofey kirduwe
Xoş be herdû dest û dem girtûye oxey kirduwe
Kîzb û tuhmet, îftîra û buhtan ke tobey kirduwe

Honrawe: Nalî