Jalal Malaksha

Seferêkî Nehat

By: Jalal Malaksha
Dialect: Sorani
358
Berew kwêstan ehatmewe
Cantam pir bû le awat û hez û tase
Hênde tînû
Hênde tamezroy dîdar bûm
Demwîst befrî salî nehat
Bitwênmewe be henase!
Bo lay kalê ehatmewe
’eşqî qelay berzî hest û
Dilî minîş kotre bircîley malî bû
Kalê rohî sewzî deşt û
Çawî gund û
Hêzî ’eşq û
Gewretir le «’enber xatûnî» «mewlana» û
Cwantir le «xatû hebîbe»y dîwanî şî’rî «nalî» bû!
Dêr hatmewe, dêr hatmewe!
Kwêstan çol bû...
Çawî asman, lêl eyriwanî
Cêjwanekey caran bonî
Xemêkî zerdî lê ehat!
Pir le çiqil û xak û xol bû!
Îtir dinya reş enwênê
Le naw dilma kewî tenyay şî’ir dilteng
Dilteng, diltengitir le kwêstan
Syawçemaney firmêsk û xwên eçrîkênê