Jalal Malaksha

Heta Lutke Çendî Mawe

By: Jalal Malaksha
Dialect: Sorani
312
Danamirkê
Heta dilî her zyad eka
Gir û gilpey rohî yaxî bûy eşqyam!
Rameweste, biru le lam
Ba tawanî min toş negrê
Kewtûme ber tûke şeqî çarenûs û
Wek goyekey sergerdanî gorepanî nefretî xwam!
Jyanim lê werez buwe
Zewî le jêr giranî leşma enalênê
Çawî roj le hand sîmay min helnayê
Min çolekey balişkawî werzî reşî gerdelûlim
Rohim legel aramişda,
Le zewî ta asman dûre...
Dilim pire le hawar û gwêçkey gerdûn
Le beramber paranewem kip û kere
Lêm nabîsê sikalayê
Asmanî min nizim û newî
Serim ta bin mîçî dega
Hewrêkî reş ser ta pamî dapoşîwe
Aso ta aso tarîke
Tenya rêgey ber hengawim
Le xomewe dest pêdeka û
Dega be heldêrî rohim
Çi astengêkî barîke
Aso ta aso tarîke
Baran... baran, baranî reş
Debarêt û terim deka û namşiwatewe!
Le naw tof û kirêwey werzî şextebendî temenda
Req helatûm!
Bu kwê derom?
Nazanim le kwêwe hatûm?
Şêrebefrîney destikerdî mindalanî çarenûsim
Ruj wek ejdîhay efsane
Lûşim deka û demxiwatewe!
Heta lutke çendî mawe?
Ey xwa gewre û biçûkekanî serdemî wîjdan topîw
"culcuta"y min leser dundî kam kwêstane
Be endazey hezar ’îsay nasrî le xaç dirawim
Yehûdakan lew dîw perçînî maçewe
Be sakarî rohî mandûm galte eken
Ey xwa gewre û biçûkekanî serdemî wîjdan topîw
Heta lutke çendî mawe?!
Mehêln, me...
Emcare ke geyştime lutke,
Berdî gyanim berbêtewe
Min namewê em zewîne pir tawane le jêr pêma bixulêtewe
Axir meger nazanin min
Salgarêke gaşe berdekey «sîzif»m le kol nawe?
Heta lutke çendî mawe?
Raste, min bûm le agirdanekey êwe
Awrim dizî bo mirov û
Le meşxeldanî ruhî xom
Tîşk û rûnakîm dabeş kird
Gunahim kird!
Boye êsta le tarawgey helemûtim!
Awrekeyan berdayewe le gyanî xom
Temaşam ken, çon esûtim?
Rizgarim ken...
Le çwar mêxeyan kêşawim
Hemû şewê be jarî jîn
Deştî gyanim ajîn eken
Em moteke swarî rohî mandûm buwe û danabezê!
Asman bêzû be xwên eka
Her dal ezê!
Her dal dên û cergim dexon
Em asmane her dal ezê!
Her dal ezê!
Axo gulî şoranî le kam kwêstane?
Kwêstan nema berd be berdî
Bexwênî xom neşormewe!
Her derom û nagem be ew nawnîşaney
«şore xezal» boy danawim!
Her erom û zam le ser zam
Leser sîng û dilim derwê
Gulî hezar hezar ’ezret
Le kwêstanî dilma pişkût
Rêgey geraneweş nîye
Pirdekanî piştî serim gişt rûxawin
Hewarekey «xatû xezal»yişyan kirde qerebrût!
Heta lutke çendî mawe?
Ey xwa gewre û biçûkekanî serdemî wîjdan topîw!
Heta lutke çendî mawe?
Ey min ta êsta çon mawim?!