Rawshan Chalikar

Newrozê newrozê

By: Rawshan Chalikar
Dialect: Kurmanji
413
newrozê newrozê
şîrînê pîrozê
bîst û yek adarê
cejna xort û qîzê

newroza îsal î
li deşt û zozan barî
pîroz kir li welatî
bi hevre alîkarî
newrozê newrozê
şîrînê pîrozê
bîst û yek adarê
cejna xort û qîzê

keç û xort tev rabin
dû meşa Kawa bin
arê Newroz geşkin
tev de bi hev şabin
newrozê newrozê
şîrînê pîrozê
bîst û yek adarê
cejna xort û qîzê

Şiyar im rabûme
ew doza mezin e
hemî heval çûne
dimeşim li dû me
newrozê newrozê
şîrînê pîrozê
bîst û yek adarê
cejna xort û qîzê