Najmadin Ghulami

Pelkî Darî Şadî Giştîn (to Le Rwangey Berzîyewe)

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
408
Pelkî darî şadî giştîn êwe hergîz namirin
Namrê agir hevalan êwe kilpey agirin
To behêzî namrî mirdin le astita koyleye
Çunke gyanî to diruşme bangewaze, rêgeye
Pelkî darî şadî giştîn êwe hergîz namirin
Namrê agir hevalan êwe kilpey agirin

To çirîkey ew giznigey bo hetawî xorî sûr
Zayelet bastîlî rûxand dij be efsaney sinûr
Pelkî darî şadî giştîn êwe hergîz namirin
Namrê agir hevalan êwe kilpey agirin

To çyay dengidanewey dengî kipî çewsanewey
Bûmelerzey raperînî serdemî bûjanewey
Pelkî darî şadî giştîn êwe hergîz namirin
Namrê agir hevalan êwe kilpey agirin

To qutabxaney qutabî bîrî tazey sengerî
Wek hewên bo şurşî nwê meşxelî dahênerî
Pelkî darî şadî giştîn êwe hergîz namirin
Namrê agir hevalan êwe kilpey agirin

To ejît her wek ewaney bê gumanim namirin
Çunke kwanûy wanekanit çawgêkî agirin
Pelkî darî şadî giştîn êwe hergîz namirin
Namrê agir hevalan êwe kilpey agirin

Honrawe: heme ’ezîz