Najmadin Ghulami

Pepûle (Rojname Bê Rojgarekan)

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
310
Rojname bê rojgarekan
Şewname bê dîwarekan
Le wilatî nefes bo ba
Hewalî wa be rî eka
Wişeyek be çeqo kojra
Masîyek be tenaf xinka
Yadêk be satûr let let bû
Ciwanî qijî pêw nema

Herçî pepûley balrûte
Rohî wird bû, balî şika
Elên nameyek aşiqane,
Çend zerbe şelaqiyan lê da
Elên awatê xwey sûtan
Beharîş kulyey xwey firoşt
Eyjin îtir xwên pûl naka
Her le daxa regê xwey kuşt

Elên maçê lem ber cade
Ta geyîşte ew ber cade
Hem abirûy çû,
Hem şêt kira
Wirya bin cadeyek nema
Elên sefî kopîn nema
Belam serey zîndan zore
Daykê lebatî mulaqat
Naylonê lîbasyan pê da
eceb şarêkî namoye,
Birwa bawerî nemawe
Însan îtir abirûy çûge
Xelkîş îtir xway nemawe

Eyjin dûkel ewne fires
Hewrekanî xinkanduwe
Qenarîyekanîş xumarin
Hîwa xewî lê kewtuwe
Elên xewnêk sektey lê da
Qerzarî seg û sûtik bû
Eyijn nanî takisyekan,
Rojê sed car çû be hîna