Najmadin Ghulami

Sed Birya Bimzanîba Ew Gule Mîwanî Kêye

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
263
Silaw le bejnê barîk bînayî her dû çawim
Xo min be destî yarê dîl û yexsîr kirawim
Hemû ’alem dezanê le ’eşqîda sûtawim
Sed birya bimzanîba ew gule mîwanî kêye
Sebaret be yarî xom awedan bê ew dêye

Be estem xot binwêne mecbûrim bême silawit
Şêtî balay berizit bûm helweday zulfî xawit
Lew katewe tom dîwe yexsîrim min le dawit
Sed birya bimzanîba ew gule mîwanî kêye
Sebaret be yarî xom awedan bê ew dêye

Be serxoşim mezane tawê were baweşim
Le dway balakey toye derjê firmêskî geşim
Le dinya xoşîm nedî bedbext û çarerşim
Sed birya bimzanîba ew gule mîwanî kêye
Sebaret be yarî xom awedan bê ew dêye

Hey kewî xasekewî hawrazî nîweşewî
De were dest le milanit bim kiçeke we direng nekewî
Maçî ser kulimit xoşe fênk wek awî şewî
Sed birya bimzanîba ew gule mîwanî kêye
Sebaret be yarî xom awedan bê ew dêye