
Ji te dûr im, te nabînim
Dil şikestî, bi axîn im
Rê pir dûr e, dilorînim
Kulîlka min
Sorgula min
Dayika min
Tu Şêx Seîd, tu Kawa yî
Tu hebûna me kurda yî
Li bin baskê şehîda yî
Kulîlka min
Sorgula min
Dayika min
Kurdistana bi nav û deng
Delal û jîr, şemal û şeng
Ez ji bo te ketime ceng
Kulîlka min
Sorgula min
Dayika min
Tu qêrîna zaroka yî
Tu hêstirên dayika yî
Li ser pira serhadê yî
Kulîlka min
Sorgula min
Dayika min