Muhammad Mamle

Ta Key Çawerêy Yaran Bim

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
467
Ta key çawerêy yaran bim, xerîbim le şaranim
Ta key xem helkêşî wan bim, çaw be girye û giryanim
Ger nemdîtêwe azîzm bro bo xot silamet
Dîdenî yaran azîze giyane kewte qiyamet
Dil zelîl bî bo le kulî were bigre samanê
Zûxawim le dilî helqulî girûy girtwe bo ciwanê
Wêlim be dway derdî dilim, xerîbim le şaranim
Des be sîne û laremilim, çaw be girye û giryanim
#qetar
Bo to min xomim kirde bêçare
Le molk û weten kesim hay xom kird aware
Esbekan zîn ken rû le sehra ken
Dermanî derdim belkû peyda ken
Delêy boye Şîrîne nawim
Be galte zor kes kewtote dawim
Destêkim bibrin destêkim mawe
Des helnagirim lew belek çawe

Dilim deryay bê payan bê, her ax helkêşî tome
Cêgay xwaz û kanebyan bê yekcar pejarey tome
Dil zelîl bî bo le kulî were bigre samanê
Zuxawim le dilî helqulî giruy girtuwe bo ciwanê