Hassan Zirak

Fatmokê

By: Hassan Zirak
Dialect: Sorani
444
Kwêstanan xal xal bequrban hawar befrî naçêto
Kejal torawe pêy bilên dey boçî aştî nabêto
Fatmokê kêl gerdin kwêstanman Kêleşîne
Bot nejîm, ey behar birwa bê hawîne

Kwêstanan xal xal bequrban Fatmîlê befrî şanewşan
Pêm bilê dey boçî le min bûy neban
Fatmokê kêl gerdin kwêstanman le Qendîle
Ba bimrim dey ew dilem le bot zelîle

Kwêstan xal xal Fatim giyan bîla kewbar dexwênê
Le nîweşew rîşey cergim derdênê
Fatmokê wey wey kêl gerdin kwêstanman le rane
Fatim giyan delêy xase ceyrane

Kwêstanan xal xal Fatim giyan, hêşta mawe kilîle
Fatim giyan cêgay tobeman Zembîle
Fatmokê kêl gerdin kwêstanim le Pişdere
Fatim giyan qedbarîk reş esmere