
Ax ’ezîza dil birîndarî cefatim
Temayr merhemî ’ehd û wefatim
Eger bîşmikurjî heqit bedeste
Be xeyrez xot be lay kê bem şikatim?
Eger kirdûme teqsîr û gunahê
Hezar tewbe ta rojî mematim
Le min ’aciz mebe îtir bequrban
Xoşe er bimkujî er key xelatim
Serçawey deq: kitêbî seyd ’elî esxer kurdistanî nûsrawey mihemed hemebaqî