
Xemgîn û dilpeşêwim birwane barî lêwim
Heyranî xalî lêwim cergim sûta wek qawe
Erê way cergim sûta wek qawe
Herdû ebrûy xwênrêjit bûn be celawî gyanim
Be fitway çawî mestit of qetilim wacb kirawe
Erê wey qetilim wacb kirawe
Payîzî zerdî caran hat zerdî kirde serî min
Zimustanî fîraqit têkî da bazarî min
Erê têkî da bazarî min
Bo to şêt û şeyda bûm bo to deyrî û riswa bûm
Bo to zengî zirya bûm boçî to rehimit nemawe?
Leser taqî dû ebrût meylî zulf emkêşê
Boç demkujî xo qurban pirdî sîrat nepsawe
Le derdî bê dermanî kewtûme sergerdanî
Boç demkujî malwêran cergim boçî birawe
Le derdî bê dewayî meylî zulfan emkêşê
Le derdî bê dermanî kewtûme sergerdanî
Be cwabî len teranî çî bikem cergim birawe
Le bo hîcrî dûrî dost cerg û rohim nemawe
Çî bikem le dûrî dostim hoş û fîkirim fewtawe
Ax hoş û fîkirim fewtawe