Jala Sinayi

Xoşim Dewêy

By: Jala Sinayi
Dialect: Sorani
610
Ger degrîm gah desûtêm qerqî ah û agirim
Ax leber bextî siya nazanim ez boç namirim
Herke detbînim delêy to şem û min perwanetim
Ta serapa nebime koy zûxaw qet aram nagirim
Xoşim dewêy ezîzim, le dûrî toye zîzim

eksî zolf û rûte mayey coşişî giryanî min
Çî bikem axir çaw pir awê dûdî ûdî mecmerim
Her regim tarîke naley dê le şewqî rûyî to
endelîbim, motribim xoşxan gulî ra muşgerêm
Xoşim dewêy ezîzim, le dûrî toye zîzim

Ger be naz her demkujî ba têr bibînim çaweket
Lêm gerê carê be kûçey mey firoşan raberim
Xoşim dewêy ezîzim, le dûrî toye zîzim