Ali Olfati

Gulrû

By: Ali Olfati
Dialect: Kalhori
144
Gulêrû! hey hinas pir le axim
Kulanîdew dil pir derd û daxim
Sal we salî şeyu sifîdî keyde wer
Ê wehar mirdêye deydin le wer
Dalg pîr wehar dadey le şîn
Sersiwareyl bî xewer dî لەێرە çîn
Gerdetüçan term gul naye le şan
Pir le şîtey şînkereyle küçegan
Gulêrû! hey gul naz bêdengim
Salêyare pir le raz diltengim
Nermewaran weharim her xwedî
Sixtezar gul we barim her xwedî
Er kesêg leyre nemenye t bimîn
Çewmesêg لەێرە nemenye t bimîn
Sam dax germesêre hayde kû?
Weyl û tenya hame êre hayde kû?
Tinîş çü m xerîw mang û salî
T tenya dilxiweşî naw werd û kalî
We xenînd şûn xem leyre biken
Min eger gîrim le îre t bixen