Ali Olfati

Ax Dax

By: Ali Olfati
Dialect: Kalhori
146
Kel rem kirdê qey ax daxim!
Trüskey bênz pirtey çiraxim
Qerar û sewr îme birdî imşew
Lekam derwen t mawa girdî imşew
Min û pirtey çiraxîg ta wersû
Xeyalatî le dil her têdin û çû
Helet zanî çenê pey tu peşêwim
Binûre bar wişk ban lêwim
T bawand bêyawaneyl düre
Şeraw ’umir tu hêman enigüre
M darepîregey naw bax pîran
T şaxd dase qey şax şemîran
Zûn şûreyl le lü elen wisane
T cûr axdax daxd girane
Le çwarqapî şewî qapim dizîdin
T cûr neftişa herşew sizîdin
T piriçd perçem yey nîştimane
Timaşaygid we rü çen parlimane
T bac qesregeyd daney we dawid
Sikey kelhir kutame dî we nawid