Amin Gardiglani

Wizey Eşq

By: Amin Gardiglani
Dialect: Sorani
101
Takû dê şadî le jîn û dil le hîwa dûr debê
Balî şew dekirêtewe û çawî ewîn bê nûr debê

Çawçinokî çawî çawey jînî kwêr kirdotewe
Goy zewî rojê be destî ême jêrewjûr debê

Cergî gil twê twê debê ta gul serî dênêteder
Debte doy destî şemal û ’aşiqî şalûr debê

Qate ’eşq û riq le naxî êmeda riska kewa
Mal û hêlaney ewînman kawil û xapûr debê

’eşqe aw û xak û berd û darî ’aşiq kirduwe
’eşqî pişko awre û zûxalî pê rûsûr debê

’eşqe mosîqa le ewkî naskî bulbul denê
Bê ’eşq nextê perupo fêrî nexmey şûr debê?!

Dil heta xwênî ewîn têyda le gerda bê dile
Bê ’eşq qalorî wişke û pir le marumûr debê

Ger hemû rêgey ewîn û arezû negrîne ber
Gyan le ’eşq û jîn le şadî û dil le hîwa dûr debê