Egerçî şew direnge saqî bom têke kemêkî tir
Ke wa îmşew serî helda le naxmida xemêkî tir
Le bade em jeme têr ke minî tînûy cigersûtaw
Le bade ew jeme têr ke minî tînûy cigersûtaw
Be çî dyare ke deybînim şewêkî tir, jemêkî tir
Ewende derdedar û bê peristarim ke pêm waye
Leser kêkî tememin helnakirê taze şemêkî tir
Gelêkim rojgarî tal û şîrîn rabward, axo
Merg mewda deda dîsan bibînim serdemêkî tir!
Geyştime ser tiropkî arezû rojê, keçî rwanîm:
Le pêşmidaye zerd û mah û sext û estemêkî tir
Heta çarşêw beser towe debînim nazenînî kurd
Beser bîbîlekey çawî mina dekêşê* temêkî tir
Nema 'xanî' heta çîrokî ’îşqî ême darêjê
Dena hêşta le kurdistan dejîn 'zîn û mem'êkî tir
honrawe: hêmin
*= le honrawey şa’îrda "dekşê" hatuwe.