Vê firqetê ebter kirîn feryad ji destê firqetê
Jar û zeîf û zer kirîn feryad ji destê firqetê
Pur zer kirîn wek zêri mam çavên bi lutfê pîri mam
Daîm ji rê çavnêr mam feryad ji destê firqetê
Çavnêrê reftara te bûm muştaqê gulzara te bûm
Lew dûr ji dîdara te bûm feryad ji destê firqetê
Dûr bûm ji wê reft û çûnê, wan ‘işweyan guft û kenê
Nayê bi çavan min dinê feryad ji destê firqetê
Dunya bi min mij bû xumam xew jî li çavan bû heram
Umrek bi vî halê he mam feryad ji destê firqetê
Sa‘et li min têk sali bûn daîm li ser dest fali bûn
Herfên dihatin “dal”i bûn feryad ji destê firqetê
Îro tinê derhat “elîf” me‘na diçû bejna şerîf
Ya xar e lê kêmxe’w qedîf feryad ji destê firqetê
Vê firqetê pur dil şewand cerhên qedîm dîsa kewand
Şîşên di sor tê da tewand feryad ji destê firqetê
Daxên me dîsa reş kirin yek yek ji nû ateş kirin
Lê zêde penc û şeş kirin feryad ji destê firqetê
Sewda û sews û gêj kirim pur her di dil xwûn rêj kirim
Çendan we bûm lê hêj kirim feryad ji destê firqetê
Billah ji nale û zariyan gezmên di wan xummariyan
Xew nakirin şevtariyan feryad ji destê firqetê
Şev bû dinê çeşmê me da hetta beşîr mizgîn da
Dê bê seher şahê geda feryad ji destê firqetê
Mizgîn ku da min ev qeder rûha şîrîn min hate der
Xeylek li min ron bûn beser feryad ji destê firqetê
Ron bû bi dîdara te dil bû xerqê enwarê te dil
Naret ji ferwarê te dil feryad ji destê firqetê
Minnet me dildarê xwe dî dîsa ji nû yarê xwe dî
Sultan û xwundkarê xwe dî feryad ji destê firqetê
Reşkakulê sunbul çevîn minnet me dîsa xem revîn
Nû bû li dil hubb û evîn feryad ji destê firqetê
Derdê xedar bêm firqet e firqet ji can pur zehmet e
Ya sehl ku ‘aşiq rih dite feryad ji destê firqetê
Narê fîraq û sohtinê êşa xedenga nuhtinê
Pirs kin ji ‘uşşaqan tinê feryad ji destê firqetê
‘Aşiq ew in her dem mirin çend yek di remzên dilber in
Keyber li dil min bêhtir in feryad ji destê firqetê*???
Şewqa bi remz û awir in aşiq her ro carek mirin
Li wekû ewr her digirin feryad ji destê firqetê*???
Ya Reb bi dîdarê xwe kî min wasilê yarê xwe kî
Bes sohtîyê narê xwe kî feryad ji destê firqetê
Me j’dostê satek dûr nekî perkende û mehcûr nekî
Dîsa ji nû dil hûr nekî feryad ji destê firqetê
Keybir dihatin sed welê hatiye nêv ehmed dilê*???
Lew kuştina sed wek melê*??? feryad ji destê firqetê
Xaka riya dilber Mela bikşîn di çavan wek cela
Dîdarê qismet bû hela feryad ji destê firqetê
*???= ew cihên diyakirî ji bo me nehatiye zelalkirin, heke hûn dizanin ji kerema xwe bi riya beşa “rapora çewtî“ ji bo me binvîsin.
Gelek spas
Gotin: Melayê Cizîrî