

Asman elê
Estêreyekim kwêr eken
Le qubema dey tir heldên
Zemîn elê
Dirextêkim ebrinewe
Le bêşemda dey tir erwên
Toş serçawe!
Kanîyekit lê wişk eken
Le binarta deyanî tir hel’equlên
Heta birîn qûl bêtewe
Mergî çeqo nizîktire
Ta bexşînî gyan kemtir bê
Rêgay xoretaw dûrtire
Ewey hetawî nasîwe
Wilatî tarîkî dîwe