
Binaxe û çînî dîwarî
Telarî berzî dildarî
Be ser laney dila rûxa
Teputozî xemî hêna
Bedûy baldarî awatî
Firîwî bê ser û şwêna
Desa ey payîzî matem
Ewendem tase pê mawe
Hemû ew yadgarey
Lew jyanî ’eşqe cêmawe
Becarê wek gela
Sirwey xezanit giştî ramalê
Bewrdî her gelayêkî
Biba bo qujbin û çalê
Le dwayîda*
Le byabanî limawîda
Teputozêkî wa bênê
Cîhan êcgarî* bixroşê
Serî ew qujbin û çale
Wekû gorîçke dapoşê
Lepaşana be bay weşta
Leserda hewrî reş bênê
Be gorî yadgara
Ba bexur tawê bibarênê
De ba bimrê be êcgarî*
Le gorî teng û tenyada
Nîşane û nawî helgîrê
Lenaw bazarî dunyada