
Nîweşewe dinya xamoş dête gwêm ahengêkî xoş
Ahengêkî gyanperwere şadî hêne xefetbere
Ahengêkî dilnewaze tare yolone ya saze
Hezar xozgem be xot şwane ke bew mangeşewe cwane
Danîştûy leser awheldêr qamkan debzêwî le bilwêr
Axaş be noker nagrî wek min le daxa namrî
Degel tebî’et hawdemî şadî, be keyfî, bê xemî
Tuxda şwane hemû şewê lay nîweşew katî xewê
Lew şax û kêw û zenwêre têy tûrêne lew bilwêre
Leser tiropkî ew kêwe qamkan le bilwêr bibzêwe
Ba kêweke deng datewe şa’îrîş xew bîbatewe