
Hawar hawarê yaran berin hawarim
Destî şikawim le min torawe yarim
Ewsal bom naye sed car xozgem be parim
Were ba aşt bînewe kulî dilekem
Her toy gulekem bê to helnakem
Ne cêjnem wekû gyane cêjnedarane
Ne dostim wewu gyane dostî carane
Min lêre mawim gyane ew le şarane
Were ba aşt bînewe kulî dilekem
Her toy gulekem bê to helnakem
Reşe bextim wêney xalî cwanan
Leser çî yarî min degrê behanan
Dil û dînim leser lêw’alê danan
Were ba aşt bînewe kulî dilekem
Her toy gulekem bê to helnakem