Uncategorized

Amîn Giyan Nazdar Giyan

By: Uncategorized
Dialect: Sorani
240
Amîn gyan nazdar gyan boç lêm torawî
Lew qewley pêm dawî lêm wergerawî
Bîstûme behar tewbe şikane
Be şikandinî ’ehd û peymane
Amîn gyan were ba biroyn bo naw gulzare
Dîtnî gul xoşe nazenîn le wext behare
Amîn gyan nazdar gyan boç lêm torawî
Lew qewley pêm dawî lêm wergerawî

Amîn gyan nazdar gyan boç lêm torawî
Lew qewley pêm dawî lêm wergerawî
Fesil pêkewebûn hemû dildare
Des le mil kirdin le nêw gulzare
Dax ekem çibkem lem fesle wa le to dûrim
Bê keyf û ’eşret min dûr le şadî û sirûrim
Amîn gyan nazdar gyan boç lêm torawî
Lew qewley pêm dawî lêm wergerawî

Amîn gyan nazdar gyan boç lêm torawî
Lew qewley pêm dawî lêm wergerawî
Be xeyal xoş bûm demgut behar dê
Le paş çendêkî yarî dildar dê
Destî êk degrîn le baxan seyrî gulzar ekeyn
Le jêr sêberî dar bo yek razî dil ekeyn
Amîn gyan nazdar gyan boç lêm torawî
Lew qewley pêm dawî lêm wergerawî

Amîn gyan nazdar gyan boç lêm torawî
Lew qewley pêm dawî lêm wergerawî
Yadî nekirdim yadî bexêr bê
Dîsan çû zalim meylî bê seyr bê
Be min çî yaran lemewla seyr û sefay gul
Namewê bexuday xwêndinî qenarî û bulbul
Amîn gyan nazdar gyan boç lêm torawî
Lew qewley pêm dawî lêm wergerawî