Marziya Fariqi

Qet Nedey Azarî Giyanî Mest û Bêdaranî Şew

By: Marziya Fariqi
Dialect: Sorani
393
Qet nedey azarî gyanî mest û bêdaranî şew
Xot nexeyte ber şepolî eşkî bê payanî şew
Ey kurî xwawendî cwanî û ey çiray dîwanî şew
Xot biparêze le ahî dil birîndaranî şew
Nek xwa nakerde gîra bê du’ay nalanî şew

Wêlim û tarîke dewrim ferşî rêgem meynete
Bêkesim tenya enalim mergî xomim ’ezrete
Sazî ahengî şewanem sozî cergî let lete
Taze lem pêç û xemî dil kwa necatit zehemete*
Aferîn hey barekella dîdeyî giryanî şew

Qet nedey azarî gyanî mest û bêdaranî şew
Xot nexeyte ber şepolî eşkî bê payanî şew
Ey kurî xwawendî cwanî û ey çiray dîwanî şew
Xot biparêze le ahî dil birîndaranî şew
Nek xwa nakerde gîra bê du’ay nalanî şew
*= em goranîye carî yekem nemir kerîm kaban xwêndûye û ew xişteyey be şêwey "taze lem pêç û xemî zolfe necatit zehemete" xwênduwe.

Goranîy 'qet nedey azarî gyanî mest û bêdaranî şew be dengî hunermendanî dîke:
kerîm kaban