
Çen şîrîn bû ew şewaney be bêdengî min egryam
Le tenyayî jûrekemda legel yadî toda ejyam
Tenya xewnêk ke min emdî û hemû şewêk mîwanim bû
To serçawey rûbarêk bûy wam’ezanî minîş deryam
Çen hêdî bû ew şemaley boy henasey toy ehêna
Hênde aşna bû be rohim wam’ezanî xom legelyam
Çawim lêkna bo serxewê paş mandûyetî rêy xerîbî
Tom dî legel gişt ezîzan le xom pirsî bo dabram
Çen şîrîn bû ew şewaney be bêdengî min egryam
Le tenyayî jûrekemda legel yadî toda ejyam