
Meqsed name’lûm byaban bê şon
Wenem şîwyan menzilgat ce kon
Pewkeyş maç kerû guzergaw parît
Êsal mezanû rakew hewarît
Hewar menîşe wadeş nemenen
Şadî ce kwêsan êtir dil kennen
Des û pa zencîr esîr kiryan dil
Daym naleşa pey dûrît ey gul
Ebrût kemana, mujganit tîra
Min nîşaneket ax dilekem neçîra
Min her tom henî gyanî şîrînim
Teskînî dilekey mat û hezînim