
Xezanî payîz le jînmî dawe
Gelay ’umrî min zerd helgerawe
Min musafirim xefet le kolme
Bo axrî rêga zorim nemawe
Derom le daxî cefay zemane
Derom xwahafîz katim tewawe
Bedes xom nîye le jîn bêzarim
Le bêwefayî yar dilim şikyawe
Bargey seferim heldegirim derom
Legel xemekey çendîn saley xom
Rengim zerd buwe wek zerdî payîz
Îtir beharîş me’nay nîye bom
Min tawanbarim be xoşewîstî
Xerqî xemanim wek berdî bin gom
Îtir bêzarim le xoşewîstî
Zor peşîmanim ke girtim destî
’eşq û ewînî hemûy diro bû
Kwa ew peymaney legel min bestî
Îtir bêzarim le ’aşiqibûnim
Bûme dildarî bo diley pestî
Roy becêy hêştim lebîrî kirdim
Hemûy diro bû pak nebû hestî
Ax pak nebû hestî
Bêwefayît kird dilit şikandim
Gelay temenî lê helwerandim
Kirdite nîşane dilî pir zamim
Nemamî xemit le jîn çeqandim
Başe bêwefa le yadit mabê
Namey ewînit to lê dirandim
To bo yekê tir minit firê da
Cestey bê gyanim wek şem sûtandit