Layla Fariqi

Ca Çon Negrîm

By: Layla Fariqi
Dialect: Sorani
267
Namewê boçîme aheng bezim û rezmî serçinar
Çî le mey kem, çî le ney kem ya le nexmey ’ûd û tar

Min le şagirdanî ’eşqim bênewa û bêqerar
Şerte ta rojî heşir xulyay min bê çawî yar
Wêlî sehra bim hemîşe terk bikem xwêş û dyar

Ca çon negrîm nenalênim firmêsk û xwên nebarênim
Ke wa royî becê hêştim dezanim hetmen namênim

Mepirsin çend perêşanim peroş û mat û şêwawim
Le daxî koçî ew yare perêşan û dilsûtawim
Ca çon negrîm nenalênim firmêsk û xwên nebarênim
Ke wa royî becê hêştim dezanim hetmen namênim

Leber girye û şîn û zarî gelêk dil pir le zûxawim
Serim sûrmawe ey yaran çilon heta êsta mawim
Ca çon negrîm nenalênim firmêsk û xwên nebarênim
Ke wa royî becê hêştim dezanim hetmen namênim
Honrawey meqam: exol