Desa rêgam biden xelke legel xoma kemê bidwêm
Wekû firmêskî çawî xem beser dilma kemê birjêm
Kemê birwanme ew rêçkey ke pêm tya girt û pya hatim
Heta êstaş serî neda le dergay şarî awatim
Metaley kem perey mêjûy jyanî talî rabirdûm
Hemûy ’umrî be nasor û hemû rojêkî babirdûm
Serî dêr û binî dêrî hemûy her axe tasawe
Be firmêskî beser çawî hîwama hewrî kêşawe
Leser rêma nebû darê le sêberya heta tawê
Wiçanê ba leşî mandûm kemêkîş lêk binêm çawê
Şiney ser aw û naw baxê nebû gyanim bibziwênê
Çiroy bext û hîway cwanîm be espayî bipşikiwênê
Desa ey xem desa hawrêy şew û roj û hemû satim
Destit rabgire bo destim zebûnim rûberût hatim
Le meyxaney şewa ba bê mey xestî hezar sale
Le talawe weham gêj ka nezanim ’umrî xom tale