
Bilên be yar, bilên be yar, yarî nazdar
Sed hezar car xozgem be par, minî hejar!
Xozgem be par!
Xozgem be salî raburdû
’umrî kurtî dildarîm bû
Lepir hat û le nakaw çû...
Yek: pir be dinya arezû
Deryayek tase... eme dû
Cê mabûm le parî mirdû!
Bilên be yar, bilên be yar, yarî nazdar
Sed hezar car xozgem be par, minî hejar!
Xozgem be par!
Pirsîy kê? bilên damawê
Hêlaney dil lê şêwawê
Dwanze mang le yar birawê
Dwanze mang bo yar giryawê
Be astem nûze tya mawê
Eyut: nawnîşanî nawê
Ezanê yar, xoy, kam hejar, rojî sed car
Eka hawar: xozgem be par! xozgem be par!