
Bîbyê, ya neybyê, min dad û bêdadê ekem
Gwê bidatê, ya nedatê, ah û feryadê ekem
Heqqî îxlase becêhênanî adabî xulûs
Pê bizanê ya nezanê, min be dil yadê ekem
Bêstûnî ’eşqî şîrînêk ewa hatote pêş
Ger le heq bêm û neyem, teqlîdî ferhadê ekem
Awî têxî wefqî her tuşnelebêke, min nebê
Karger bê ya nebê, lem mezleme dadê ekem
Dersî ’eşqim her le kin perwane ya bilbil buwe
Bîgemê ya neygemê, her meşqî ustadê ekem
Kuştinî îsfendyarî nefse bestey rayî pîr
Ger meded ka ya neka, lew şahe îmdadê ekem
Bem nizîkane le berme mehwîya rêgêkî dûr
Bête destim ya neyê, her koşşî zadê ekem