
Xezal çewxumarim her to dîrim
Umêdê rûjgarim her to dîrim
Henarim, lîmûm, sîfim, şemamem
Gul û bax û beharim her to dîrim
Pyaley tînîyê çerxî çewand
We zencîrim le elqey zolfegand
Şemamet hate des baxd semer da
To xweş be er le des çî baxewand
Xeraman ey xeraman ey xeraman
We sayey zolfeged bigrem we aman
Eger hawsagedan pirsî we pî bûş
Xerîbe û îmşew mîwane we laman
Perim sizya le pay çûley çiraxd
Gilare rasegem mirdim le daxd
Ne derwîşim ne şarûker ne gulçîn
Kemî tek dem le qey perçînê baxd