
Erê ne çaw têr debê ne dil debêzê
Xom lêre mawim yar le tewrêzê
Erê hoy nazenîn neşêwê nazit
Be maşênî cîp dême pêşwazit
Erê rêbwar ey rêbwar rêm beranbere
Du’am lê meke mangî sefere
Erê hoy nazenîn neşêwê nazit
Be maşênî cîp dême pêşwazit
Erê le şiney darebî le mezey qore
Xuda helnegrê ew zulme zore
Erê hoy nazenîn neşêwê nazit
Be maşênî cîp dême pêşwazit
Erê çendim ax kêşa axî nîhanî
Dil de derûnda bû be biryanî
Ca xudaberdar nê bo pê nazanî
Erê hoy nazenîn neşêwê nazit
Be maşênî cîp dême pêşwazit
Erê ca çon şêt nebim nedem be xomda
Çon xakî ’alem nekem be serda
Heyfe emin û to desman lêk berda
Erê hoy nazenîn neşêwê nazit
Be maşênî cîp dême pêşwazit