
Nazdar û nazdar û nazdarey şûşe
Heste ba biroyn dîdem dilekem mexşûşe
Daykit xecalet dîdem babit rûsya
Ax etoy le min rencan bo malî dinya
Nazdar û nazdar û nazdarey kakî
Xo min zûm zanî nazdar to bo min çakî
Beyan û beyan dîdem beyaney sexte
Le mîr û tacir nazdar wergera texte
Lew kure bêmale û dîdem lew kiçe bedbexte
Nazdar û nazdar û nazdarit kirdim
Bê sûç û tawan xom bê miradit kirdim
Bîke bo xatrî dîdem hezretî dawid
Xo min şêtî tom nazdar sûtam le tawit
Nazdar û nazdar û nazdarey xomî
Ax derit dênmewe dîdem le bendî romî