
Çendî geram le şaran
Nemdî kes wek to cwan bê
Kîjole neşmîlanekey caran
Çon debê nêwanman wa bê
Be yadî seyranekey nêwdaran
Birîndarim, birîndarim
Dêtewe bîrit gyane
Çaw çawaney serbanê
Deslemlaney bin dîwaran gyane
Maç û muçî êwarey ser kanî
Be yadî ew hemû cêye cwane
Birîndarim, birîndarim
Êstaş meylim her mawe
Dil yeke û negorawe
Êstaş dengidanewey çirpey cwanit
Le gwêma wekû xoy mawe gyane
Beyadî ew hemû cêye cwanet
Birîndarim, birîndarim