Payman Omar

Dwayîn Nîga

By: Payman Omar
Dialect: Sorani
188
Wekû şewnim le naw gula serxewê be tuxwa daye
Wekû baran le mexrîba henase be tuxwa daye
Xewn û malî çolekey dil meşêwêne hêşta zuwe
Gul û xunçekey baxçekey dil mewerêne hêşta zuwe
Niha kengê katî merg û zerdeperî pêkenîne
Kengê werzî qirçey soz û xezelwerî bize û jîne

Tuxwa daye dil kwa bergey dabranit degrê mero
Dil kwa bergey malî çol û xurenî çaw degrê mero
Dil qurbanî rîhanekey jêr çenet bê tuxwa mero
Ruh qurbanî ser û qijî payîzit bê tuxwa mero
Wekû şewnim le naw gula serxewê be tuxwa mero
Herke deşroy wekû baran henase be ewsa biro