
Dewcar derêm
Kîj derê daye emin cwanim
Daye aman û sed aman
Eger ew kure axaye
Min kiçe sultanim
Ca eger ew be min naqayle
Sed keret emin peşîmanim
Kîj derê daye loye şûy nakem
Daye xezêmêkî gewre û giranî le lût nakem
Xezalyarekem merge mirdine jyane seferbeleke* nîzam nîzame qur’ekêşane
Ca emin be heyranekem xom qerzarbarî em hemû namerd û nakesbeçeye nakem
Kure babekey babim
De eger daykim lêy pirsîm
Role ewe bîst û çwar satane çî dekirdinê radebûrêy
Derêm daye swên be willa û be bîlla bê
Be sîfetî qulhiwella bê
Ew bîst û çwar satane radbûrêm leber derkî qaremananê
Babekey babim loye loy nemayme
Loy nemayme oy