Jamal Mufti

Meqamî Cîhanim Pişkinîwe Û Goranîy Ey Wey Wey Wey Barane (wek Qumrî)

By: Jamal Mufti
Dialect: Sorani
236
Cîhanim pişkinîwe
Nazdar cwanim zor dîwe
Belam wek to nazenîn
Nemdî leser rûy zemîn
Ne gulî ne huzarî
Cwan û şîrîn reftarî

Bilêm firiştey ew nî
Dengit xoşe wek kew nî
Ne şahênî ne bazî
Ne kotrî teqlebazî
Ne sahîrî ne cadû
Dil û dînimit çon bird tû

Ne wek mahî tabanî
Ne estêrey beyanî
Gelawêjî helatûy
Pêrûy ya ne tirazûy?
Ne pêrûy ne gelawêj
Bê tîx û bê çek xwênrêj

Kîjê tom dît wamzanî
To kiçî kurdistanî
Be yezdan û be zerdeşt
Bew firîştaney beheşt
Eger ewî be rastî
Rizgar debim le pestî

Nazdarey mah roxsar
Ewey bîst hate guftar
Le sereta ta encam
Wehay pê gutim weram
Min goran û to kirmanc
Her dû bo şwên yek amanc

Her deroyn û pê nageyn
Her delêyn û tênageyn
Şêwey em giftugoye
Daxekem* renceroye!
Ne le yek degeyn
Ne be yek degeyn!

Wek qumrî serbalim şîne
Kar û pîşem her girîne
Esmeran xwênyan şîrîne
Ey wey wey wey barane

Çawî reşt be xumarewe
Memkit sêwe be darewe
Xwa pêy dawî meyşarewe
Ey wey wey wey barane

Çawî reşt hareq deka
Be îşare bangim deka
Delê fermû maçim bike
Ey wey wey wey barane

Wek qumrî serbalim şîne
Kar û pîşem her girîne
Esmeran xwênyan şîrîne
Ey wey wey wey barane
Honrawey meqam: ’ewnî
*= le honrawey şa’îrda "lawî kurd" hatuwe.