Khozga Azad

Bextî Xewalûy Hacî

By: Khozga Azad
Dialect: Sorani
275
Witim be bextî xewalûy hacî
Gurrey beharî êstay bawacî
Xemlîwe dîmen cwantirîn şêwe
Ewel sehere be seday sêwe

Sehere hêşta ke xew le çawanim nenîştuwe gelî biraderîne
Ewî xwênê ke deçkê lêm xwênî şewî rabirdûme
Lewê kone dinyayê kesêk nebû, gelêk nebû naley minî bigate gwê
Dilî xomî binêrme la raz û sozî bo helrêjim
Herçîyekim le sîng nawe, hemû bilêm hemûy bêjim
Belê ay mame mame ax mame
Ger seherê delêm xozge mame sêwe nemirdaye
Be sozî ew sozey beyan çawî dilmî helkirdaye

Ewel sehere
Sehere û emşew çawim xewnî nedî
Serî sal bû ke salî nwê hate lay min bînîmî halim nahal bû
Firîşey xew daykî hal
Gelî biraderîne delên eroke cum’eye wa cejneye
Xeber termî deyan mangî salî nasalanî pêye
Sa cum’eye nîweroye şîn û şeporî newbûkî zawanedîw le şarekey min heldestê û degate şarekey koye
Wey lê wey lê way sehere

Ewel sehere
Gelî biraderîne emin du’ayekî dekem êweş hemû bilên amîn
Amîn
Ewey xewnim lê têk deda
Ewey salim nasal deka
Ewey êşkî gelî biray xom û xelkim la tal deka
Ewey debête ba’îsî dilî min û cwanê yarim
Ewey berew qîbley naheq pêçî deda wişe û zarim
Xêr le mal û mindalî xoy qet nebînê
Leser berdî sexretulla rojî heşrê
Ber le’netî xuda kewê wekû şeytanî le’înê
Belê ey mame ax mame
Ger seherê delêm xozge mame sêwe nemirdaye
Be sozî ew sozey beyan çawî dilmî helkirdaye

*?
Şîrîn beharey xale tayerî

Şîrîn behare beharî şadan
Bêbehren le jîn gel namradan
Cejin û behar û seyran û xoşîy
Giştî pîrozî gerdin azadan

Şîrîn dezanim ke toş zamdarî
Wek min ’ewdalî xunçey beharî
Hîway to yeke hîway min hezar
Min bêzar nebim to bo bêzarî

Dile şîrîn roy biro be şwênî
Ke şîrîn nema to bo bimênî
Belên bê îtir netnasim heta
Mujdey azadî gelim bênê

*? deng û kebanî
le kuncî hucre behre debarî

Seydî dawî zulfî tom boçî debê bêgane bim
Her teref wekûzenan mehbûsî ew weylane bim*
Bo temaşay rût ’ezîzim çake bes bêgane bim
Rojî ewwel bû ke zanîm min debê dêwane bim
’aşiqî to new’î mecnûn wa be kêw û herdewe
Şîfte û heyranî yarim wa mezane xafilim
’endelîbî pirfîxan û naleyî zarî gulim
Take rehmêkit hebê carê bilê min ’adilim*
Merhemet ke zû bilê qatîl bilê şerhî dilim*
Nazî papoşt dekêşim wa be toz û gerdewe*

Hêmin dezanê koye û rewacî
Bo surme debêt û xakî pêy hacî
*= honrawey em beşane î şa’îr tahîrbegî caf û ew xiştane be şêwey "bê xeta, kûkûzenan, mehbûsî em wêrane bim", "çake însafit hebê, carê delêy: min ’adilim", "merhemet ke zû biro qasîd bilê derdî dilim" û "nazî papoçit ekêşim min be toz û gerdewe" hatuwe.