
Çil çil kezî çil kezî
Çil çil kezî Tawerzî
Tu li serê ta û derzî
Mi digo ax te digo xwezî
Çil çil kezî xerîbê
Stêrka pêşiya hîvê
Kerem ke were şîvê
Rûnê li ser balîvê
Çil çil kezî çil kezî
Çil çil kezî Tawerzî
Tu li serê ta û derzî
Mi digo ax te digo xwezî
Çil çil kezî etarî
Dişixulî heya tarî
Mala bavê xwe dinalî
Te min kire vî halî
Çil çil kezî çil kezî
Çil çil kezî Tawerzî
Tu li serê ta û derzî
Mi digo ax te digo xwezî
Kezîzerê kezîzer
Min bi xulama guliyê zer
Sing spiyê berf li ser
Qewlê me mala Heyder
Çil çil kezî çil kezî
Çil çil kezî Tawerzî
Tu li serê ta û derzî
Mi digo ax te digo xwezî
Kezîzerê Farqînî
Tu bi fîstana hêşîn î
Tor î lawik nastînî
Kêfa xelqê bi me tînî
Çil çil kezî çil kezî
Çil çil kezî Tawerzî
Tu li serê ta û derzî
Mi digo ax te digo xwezî