
Gulgulî ha bi gulgulî, gulgulî
Kesk û sor da xemilî gulgulî
Dinya kên û kemilî gulgulî
Xortê kurda xalis in gulgulî
Ji ezbata fêris in gulgulî
Xwe egîd in natirsin gulgulî
Gulgulî ha bi gulgulî, gulgulî
Kesk û sor da xemilî gulgulî
Dinya kên û kemilî gulgulî
Keçikê kurda dengbêj in gulgulî
Li ser dila dibêjin gulgulî
Temam kezîdirêj in gulgulî
Gulgulî ha bi gulgulî, gulgulî
Kesk û sor da xemilî gulgulî
Dinya kên û kemilî gulgulî
Keçikê kurda delal in gulgulî
Dengbêj in deng zelal in gulgulî
Tev yek in tev heval in gulgulî
Gulgulî ha bi gulgulî, gulgulî
Kesk û sor da xemilî gulgulî
Dinya kên û kemilî gulgulî
Gulgulî gulistan e gulgulî
Havîn e zivistan e gulgulî
Kêf xweş e li Hayastanê gulgulî
Gulgulî ha bi gulgulî, gulgulî
Kesk û sor da xemilî gulgulî
Dinya kên û kemilî gulgulî