Aram Tigran

Lo Lo Pismamo

By: Aram Tigran
Album: radyo êrîvan
Dialect: Kurmanji
255
Lolo Pismamo çima deng nakî
Serê xwe carek bilind ranakî
Eskerê dujmin li çiyayê jor in
Weke xweşmêra ji hev bela nakî

Lolo Pismamo zanim xweşmêr î
Pismamê Ristem yan Egît Şêr î
Roja helanê, Roja ledanê
Mêr be li meydanê dotmam bi gorî

Lolo Pismamo haya te ji te be
Çarika minê reş li serê te be
Roja lêdanê mêr be li meydanê
Lêdan tim hebe, reva te nebe

Şalê Xerzanî rabe li xwe ke
Pişta xwe girêde rext û fişek e
Pisamê min î, Dotmama te me
Ji te re kil daye çavê belek e

Lolo Pismamo çima deng nakî
Serê xwe carek bilind ranakî
Eskerê dujmin li çiyayê jor in
Weke xweşmêra ji hev bela nakî
Serçawey deng û deq:
Https://www.youtube.com/@DKKulturinstitut