Aram Tigran Gulizara Qaso

şivanê serê çiya

By: Aram Tigran and Gulizara Qaso
Album: radyo êrîvan
Dialect: Kurmanji
229
Şivan im serê çiyê me
Bin berfê baranê me
Wextê ez te nabînim,
Bûy huba te ez dîn im
Were were kewa min
Bê te nayê xewa min

Damek hebûya serê çiyê
Xelas bûma ji berfê
Kew bihata mêvanî
Ew roja mi xweşkanî
Were were kewa min
Bê te nayê xewa min

Kerî heye jora min
Kes tune li dora min
Sibê qewet zora min
Tu nexendin mora min
Were were kewa min
Bê te nayê xewa min
Serçawey deng û deq:
Https://www.youtube.com/@DKKulturinstitut